HSD: Êrîşên hezên Şamê Peymana 10ê Adarê dixe metirsiyê

HSD: Êrîşên hezên Şamê Peymana 10ê Adarê dixe metirsiyê

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, komên çekdar ên di bin sîwana hikûmeta veguhêz a Şamê de, zêdetirî 22 caran agirbest binpê kirine û di encamê de herî kêm 11 sivîl birîndar bûne. HSDê da zanîn ku hinek ji wan koman ji Tirkiyeyê piştgiriyê distînin.

HSDê diyar kir, ev êrîş li dijî peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de ne. HSDê daye zanîn ku binpêkirin li gelek deveran pêk hatine ku di nav de Dêrezor, Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û Til Temir jî hene.

Herwiha hat destnîşankirin ku li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê jî “tevgerên metirsîdar” hene.

HSD eşkere kir ku şeva borî li gundê Hiwêca El Fihêmatê yê herêma Bisêrayê ya Dêrezorê, çekdaran ji aliyê Çemê Feratê yê di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de êrişî komeke sivîlan kiriye.

Di encama wê êrişê de 4 kesên bi navên Umer Ebdilmensûr El Ilêwî (30), Hemada Hemad El Hetab (30), Adem Ebdilmensûr El Ilêwî (12) û Xalid Elhemed (24) birîndar bûne.

HSD da zanîn ku çekdaran hewl daye Çemê Feratê derbas bikin û êrişî xalên hêzên wan bikin û tekez kir ku ev kiryar jiyana sivîlan dixin metirsiyê.

Di daxuyaniyê hate gotin, tevî êrîşan jî wan heta niha ji bo parastina aramiyê xwe ragirtiye lê berdewamkirina êrîşan gefê li baweriyê dixwe û lihevkirinê ber bi têkçûnê ve dibe.

HSDê bangî hikûmeta Şamê, komên girêdayî wê û yên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê dibînin kir ku demildest hemû binpêkirinan rawestînin û pêbendî bendên peymanê bin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin, “Ji bo Sûriyeyeke ewle û aram destê me ji diyalog û hevkariyê re vekirî ye lê ji bo parastina ewlehî û mafên gelê xwe em amade ne hemû tedbîran bistînin.”

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.