Li navça Ercîşê êrîşê 2 birayan kirin: 1 mir û 1 birîndar e

PeyamaKurd – Li navça Ercîşê ya bi ser bajarê Wanê êrîşê ser du biryan kirin û di encamê de birakî mir û yek jî giran birîndar bû.
Bûyer, li ser rêya Wanê li ber kafeteryakî qewimî. Her dû bira xwediyê kafeteryayê bûn. Dema her dû bira li ber kafê di nav erebeyekî parkkirî de bûn, kes an kesên nasnama wan nehat zanîn, êrîşê wan kirin.
Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan wan birin nexweşxana dewletê ya Şehit Rıdvan Çevik. Li nexweşxanê birakî can da û yê din giran birîndar e.
Polîs, tedbîrên tund li der û dorê girt û ji bo êrîşkeran tasbît bikin û bigrin dest bi xebatê kirin.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




