Li navça Şaxê ji keriya 1500 miyan 334 heb ji zinar de ketin newalê û mirin

Li navça Şaxê ji keriya 1500 miyan 334 heb ji zinar de ketin newalê û mirin

PeyamaKurd – Xelkê navça Şaxê ya bi ser bajarê Wanê, debara xwe bi ajalvaniyê û mêşên hingiv dike. Li Şaxê ji keriya 1500 miyan pêdihat ji wan 334 heb di zinar de ketin newalê û mirin. Ji ber wexta miyekî dide pêş, ew bi ku de here, yên din didin pey wê.

Piraniya heywanên din jî niha wendane û xwediyên pez hem xemgînin û hem ketine pey dîtina miyên din.

Dema qeza ajalan çêbû şivanan heywanan ji gundê Giresora Jorîn (Yukarı Narlıca) dibirin gundê Çîçan (Çılga). Xwediyê heywanan di salê de hinek zozanan îcar dikin da pezê xwe bibine. Dema heywan dîtine ku ava newalê xwuya dike, hema biçavkorî xwe berdane ser avê û ew çend heywan di zinar de ketine, telef bûne û şivan jî helan ferq nekirine.

Rêvebiriya çandiniyê û daristanê ya Şaxê heywanên ku mirine bi jimarên wan ve tesbîta wan kirin. Di salên dawiyê de temamê heywan ji aliyê rêvebiriya çandiniyê de tên qeydkirin û dewlet li gor jimara wan teşwîqekî dide wan da kariin heywanên xwe xwedî bikin.

Gelek xwediyê heywanan hene ku sîgorta heywanên xwe jî çêdikin û dema heywan telef bûn şîrketên sigortayê perê wan didin.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.