Li Semsûrê erebeyekî di helan de çû xwarê: 1 mirî û 4 birîndar hene

Li Semsûrê erebeyekî di helan de çû xwarê: 1 mirî û 4 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Gölbaşiyê erebeyekî bazirganî di helan de çû xwarê û di encamê de kesekî mir û 4 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandinê; li ser rêya navça Gölbaşiyê ereba di rêya xwe de diçû ku Mustafa Ö. dajot, li gundê Cankara ji desthilata ajtovan derket û wergeriya xwarê. Di qezayê de ajotvan Mustafa Ö., Sıla Ö., Fadime Ö., Ecrin Ö. û Tuğçe Demirkaya birîndar bûn.

Piştî tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê birîndaran derman kir wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Gölbaşiyê.

Ji birîndaran Tuğçe Demirkaya, li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.