Mesrûr Barzanî li ser "Enfala Behdînan" peyamek belav kir

Mesrûr Barzanî li ser "Enfala Behdînan" peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku di salvegera 37emîn a Enfala Behdînan de hatiye weşandin got, "Divê hikûmeta federal tazmînatê bide malbatên qurbaniyên jenosîda Enfalê."

Serokwezîr Barzaniyê roja Duşemê, 25ê Tebaxa 2025an, ji bo bîranîna salvegera 37emîn a Enfala Behdînan li ser hesabê platforma medyaya civakî X peyamek weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, "Di salvegera 37emîn a Enfala Behdînan de, em qurbaniyên vê sûcê hovane yê rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin."

"Divê hikûmeta federal tazmînatê bide malbatên qurbaniyên jenosîda Enfalê. Bila aramî li ser giyanê qurbaniyên jenosîda Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be."

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.