Mesrûr Barzanî: Me zêdetirî 5,000 kîlometre rêyên stratejîk çêkirine

Mesrûr Barzanî: Me zêdetirî 5,000 kîlometre rêyên stratejîk çêkirine

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Tevî krîzên ku ji bo aborî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê hatine afirandin, me zêdetirî 5,000 kîlometre rêyên stratejîk di navbera bajaran de çêkirine."

Mesrûr Barzanî piştî vekirina rêya Gomespan-Smaqulî roja Yekşemê, 19ê Cotmeha 2025an, li ser platforma medyaya civakî X peyamek parve kir.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku wan rêya du alî ya Gomespan-Smaqulî, ku Hewlêrê bi Silêmanî û Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê ve girêdide, salek şûnda vekiriye, û dûbare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê binesaziya rêyan pêş bixe û xizmetguzariyan peyda bike.

Mesrûr Barzanî got, "Tevî krîzên ku ji bo aborî û pêşkeftina Herêma Kurdistanê hatine afirandin, me zêdetirî 5,000 kîlometre rêyên stratejîk di navbera bajaran de çêkirine."

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.