Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Awustralyayê kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Awusturalyayê li Iraqê Glenn Miles kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşxistina têkiliyên dualî, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de hatin gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, proseya hilbijartinên parlementoya Iraqê jî hate gotûbêjkirin.
Herwiha her du alî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan di rewşek aştiyane, demokratîk û bê tundûtûjî û dûr ji binpêkirinan hevfikir bûn.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.




