Nêçîrvan Barzanî: Birîna Şingalê hîn nekewiyaye

Nêçîrvan Barzanî: Birîna Şingalê hîn nekewiyaye

PeyamaKurd – Di salvegera 11emîn a jenosîda hovane ya DAIŞê de li dijî civaka Êzidî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Konferansa Navneteweyî ya "Jenosîda li dijî Kurdên Êzidî" de ku li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê hat lidarxistin, tabloya xemgîn a rewşa Êzidiyan raxist ber çavan û got:

"Piştî 11 salên karesatê, hîn jî nêzîkî nîvê civaka me ya Êzidî di kampan de jiyaneke dijwar derbas dikin."

Edalet: ne tenê ceza, lê misogerkirina siberojê 

Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de, têgeha edaletê ji nû ve pênase kir û got, "Misogerkirina dadperweriyê ji bo Êzidiyan ne tenê bi cezakirina sûcdaran e; lê belê bi misogerkirina wê yekê ye ku careke din felaketeke wiha bi serê wan de neyê." Wî bi van gotinan bal kişand ser pêwîstiya avakirina siberojeke ewle ji bo civaka Êzidî, ku tê de êş û azarên rabirdûyê dubare nebin.

Banga vegereke birûmet û asayîkirina Şingalê

Yek ji xalên herî girîng ên axaftina Nêçîrvan Barzanî, banga ji bo vegera birûmet a Êzidiyan a li warên wan bû. Wî got, "Mafê herî bingehîn ê Êzidiyan îro ew e ku li herêmên wan aştî û ewlehî hebe da ku karibin vegerin."

Di vê çarçoveyê de, Serokê Herêmê bi awayekî tund girîngiya cîbicîkirina peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê anî ziman û got, "Divê Şingal êdî nebe qada şerê hêzên neyasayî û ajandayên herêmî."

Li gorî daneyên fermî, ji 6,417 Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha çarenivîsa bi hezaran kes hîn jî ne diyar e.

Nêçîrvan Barzanî fedakariya Pêşmergeyên Kurdistanê di bin fermandariya Serok Mesûd Barzanî de bi bîr anî û got ku bi sedan Pêşmerge ji bo parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şingalê canê xwe feda kirine.

Nifşek di kampan da mezin dibe: "Çarenivîsa wan ne diyar e"

 Nêçîrvan Barzanî, îşareta bi nifşekî nû kir ku di nav şert û mercên dijwar ên kampan de çavên xwe li jiyanê vekirine.

Wî bi mînakekê got:

"Zarokekî Êzidî heye ku îro 11 salî ye û tevahiya temenê xwe di nav jîngeheke dijwar a kampê de derbas kiriye. Hîn jî hêviyeke rastîn ji bo guherîneke erênî di jiyana wan de xuya nake û çarenivîsa wan ne diyar e."

Di dawiyê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya organîzatorên konferansê kir û hêvî kir ku ev cure xebatên akademîk bibin pirek di navbera zanist, siyaset û mirovahiyê de; da ku "êş bibe zanîn û karesat bibin ders."

Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.