Qubad Talabanî li Silêmaniyê bi Ahmet Davutoğlu re hevdîtin kir

Qubad Talabanî li Silêmaniyê bi Ahmet Davutoğlu re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di çarçova Foruma Delphi de bi serokê partiya Gelecek ya Tirkiyê û hem serokwezîrê berê yê Tirkiyê bi Ahmet Davutoğlu re hevdîtinekî pêkanî.

Davutoğlu her weha bi serokkomarê Iraqê bi Latif Reşîd re jî civiya. Ahmet Davutoğlu, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku bi Talabanî re civînekî berfireh kiriye û weha dewam kir:

“Ji têkoşîna bi terorê heya enerjiyê, ji dîplomasiya mirovî heya hevpariya çandê, di gelek mijaran de diyalog, li ser têkiliyên Tirkiyê û Iraqê daniye ortê. Bi birêz Qubad Talabanî re di vê erdnîgariya qedîm de ya ji terorê hatiye safî kirin, em ê car din hev bibînin.”

Davutoğlu her weha ragihand ku bi serokkomarê Iraqê bi Letîf Reşîd re civiyaye û got:

“Me li ser pêşdeçûnên dawî yên siyasî hevdîtinekî xweş kir. Biratiya navbera her dû welatan û xwurtkirina stratejîk ya navbera her dû welatan fikra me ya hevpar bû.”

Li ser Forûma Delphi Qubad Talabanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand:

“Forûma Delphi ya navdewletî nîşan dide ku ji forumên dinyayê yên herî girîng ya aboriyê ye. Di vê erdnîgariya tevlihev de wê Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê di wextekî nêzde, bibe navendekî bi hêz ya aboriyê.

Hukumeta Kurdistanê û sektora taybet di mijarê de bi temamî bi aheng dixebite û îradeyekî me ya xwurt heye ku bi hevparên me yên navdewletî re em bixebitin. Forûma Delphiyê bo ji tecrubeyên welatên serkeftî hîn bibin, danûsitendina ramanan bikin bo me derfete û derî bo xwurtkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê vedike.”

Cara yekeme ku forûma Delphiyê li bajarê Silêmaniyê têkirin, di 18ê Gulanê de destpêkir û îro bi dawî bû. 10 sal zêdeye ku forûm li Yûnanistanê çêdibû, serokên dewlet û hukumetan, wezîrên karên derve û yên darayî, komserên Yekîtiya Ewrûpayê, senatorên DYAyê, siyasetmedarên dinyayê, akademisyen, rayedarên dezgeyên ramanî yên dinyayê, lîderên sektoran di forumê de tên cem hev bergehê bo minaqeşeyan vedike.

Dewlemendiya Herêma Kurdistanê, aramiya wê ya di Rojhilata Navîn de û dewlemendiya Iraqê û aramiya wê bala dinyayê dikşîne ser herêmê û ji aliyê stratejîk de erdnîgariyekî gelek girîng e.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.