Li Misrê balafira perwerdê ket û muretebat jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Balafira perwerdê ya artêşa Misrê di wexta fira xwe de ket û muretebatê di balafirê de jiyana xwe ji dest dan. Berdevkê artêşê Tûxgeneral Garib Abdulahafiz ragihand ku balafir bi sedema ariza teknîkî ketiye.
Di daxwuyaniya artêşê de ciyê ketina balafirê û jimara muretebat nehat ragihandin û lêpirsîna li ser qezayê dewam dike. Her weha tîpa balafirê jî nehat ragihandin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




