600 Êzidî ji Dihokê vegeriyan Şingalê

PeyamaKurd – Wezareta Koç û Kesên Koçber ên Navxweyî ya Iraqê ragihand ku bi destpêkirina betlaneyên dibistanan re tê payîn ku hejmara vegerên Şingalê zêde bibe.
Berdevkê wezaretê Elî Cîhangîr diyar kir ku 617 kes ji 126 malbatan ji Dihokê vegeriyane Şingalê, û piştî betlaneyên havînê leza vegerê dê zêde bibe.
Zêdetirî 13,000 malbat vegeriyane, lê hîn 21,000 malbat di kampan de ne.
Di 2014an de, DAIŞê êrîşî Şingalê kir, nêzîkî 10,000 Êzîdî qetil kirin an revandin, û 200,000 kes koçber kirin, ku piraniya wan li kampên Dihokê ne.
Neteweyên Yekbûyî ew êrîş wek jenosîd bi nav kir.
Malbatên vegerê 4 milyon dînar (nêzî 3,000 dolar) û alavên malê werdigirin.
Zêdetirî deh sal piştî êrîşê, gelek Êzîdî hîn koçber in. Vegera wan ji ber kêmasiyên ewlehiyê, nakokiyên siyasî, pirsgirêkên binesaziyê, û hebûna komên çekdar tê astengkirin.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.





