Endonezya peymana kirîna balafirên Rafale ya ji Fransayê da rawestandin

Endonezya peymana kirîna balafirên Rafale ya ji Fransayê da rawestandin

PeyamaKurd – Di şerê 4 rojan de yê navbera Hindistanê û Pakistanê de ji ber Pakistanê 3 balafirên Hindê yên Rafale xist, bû sedema bêbaweriya bi balafirên Fransayê yên marka wan Rafale yên şer.

Endonesya, li ser xistina balafirên malên Fransayê yên Rafale, peymana ku bi Fransayê re îmza kiribû ya bi bihayê 8,1 milyar dolarî bo 42 balafirên Rafale yên şer da rawestandin.

Ji ber Pakistanê 3 balafirên Rafale yên artêşa Hindistanê xist ku hilberîna wan ji aliyê Fransa Dassault de tê kirin, qedrê balafiran daxist. Endonesya rawestandina kirîna balafiran bi sedema qelsbûna wan ya di şer de nîşan da.

Şerê navbera Hindistanê û Pakistanê kêm ajotibû û Hindistanê sedema êrîşa xwe ya ser Pakistanê wekî terorîstên bi desteka Pakistanê ku li Hindistanê 26 geştiyaran kuştibû nîşan dabû û êrîşê ser baregehên grûba tundrew ya li Pakistanê kiribû.

Di şer de, dema balafirên hilberîna Fransa yên Rafale ji aliyê artêşa Pakistanê de hatin xistin, bû sedema kêmqedirbûna balafiran ji aliyê Endonesyayê de.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.