Serok Barzanî pêşwaziya helbestvan Medhet Bêxew kir

PeyamaKurd – Îro, 19ê Gulana 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya helbestvanê navdar ê Kurd Medhet Xidir Ebdula, ku bi navê Medhet Bêxew tê naskirin, kir.
Li gorî daxuyaniya baregeha Barzanî, di vê civînê de Serok Barzanî rewşa Medhet Bêxew pirsî û rola wî ya girîng di pêşxistina edebiyata Kurdî, tevgera rewşenbîrî û şoreşgerî de pesn da. Barzanî bi taybetî behsa sirûda "Heta em bijîn em Pêşmerge ne" kir, ku helbesteke Medhet Bêxew e û ji aliyê hunermend Fuad Ehmed ve hatiye strandin. Herwiha, tekez kir ku helbest û sirûdên wî di xurtkirina hestên neteweyî û evîna welat di nav Pêşmerge û gelê Kurdistanê de roleke mezin lîstine.
Baregehê herwiha ragihand ku Serok Barzanî spasiya Medhet Bêxew kir ji bo xizmetên wî di warê helbest û sirûdên zarokên Kurdistanê de û jê re saxî û jiyaneke dirêj xwest.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




