DEM Partiyê piştevaniya xwe bo pêşniyara Bahçeli ragihand

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ya derbarê avakirina komîsyoneke parlamentoyê ji bo pêvajoya aştiyê daxuyanî da.
Endama Şanda Îmraliyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan li ser pêşniyara Bahçelî got, ew bi temamî bi banga Bahçelî re hevnêrîn in û wiha pê de çû: "Serokê MHPê Devlet Bahçelî bang kir û got 'Divê demildest pêvajoya çareseriyê bi rêya komîsyoneke parlamenê birêve biçe.' Em jî wek DEM Partî, her tim me dubare kiriye ku cihê sereke yê pêvajoyê parlamento ye. Pir girîng e ku komîsyonek di parlamenê de bê avakirin."
Buldan da zanîn, divê rêziknameyên yasayî yên ji bo demokratîkbûnê bi rêya vê komîsyonê bên gotûbêjkirin û got: "Piraniya partiyan nêrîneke erênî li hember bangewaziyê nîşan didin û ji ber vê yekê divê AK Partî bê derengmayîn nêrîna xwe di vê derbarê de eşkere bike."
Parlamentera DEM Partiyê tekez kir, pêwîst e ev komîsyon "beriya dawiya vê dewreya yasadanînê bê damezrandin, ji ber ku parlamenta heta 15ê Tîrmehê karên xwe birêve dibe. Damezrandina vê komîsyonê û destpêkirina karên wê dê tevkariyeke erênî li pêvajoyê bike."
Pervîn Bûldan bal kişand ser, "Pêngavavêtina ji bo çareserkirina pirsa Kurd tê wateya pêngavavêtina ber bi demokratîkbûnê ve û pêwîstî bi komîsyonekê heye ku ew xalên di çareserkirina pirsa Kurd de gihiştine xetimandinê, çareser bike."
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî piştî serdana doh ya Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê hate dayîn ku îro jî DEM Partiyê dest bi gera partiyên siyasî yên Tirkiyê kir daku rewşa pêvajoya çekdanîna PKKê û gavên bên avêtin gotûbêj bike.
Ev nivîs 108 car hatiye xwendin.




