33 Sal bi ser yekem hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin

33 Sal bi ser yekem hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas dibin

PeyamaKurd – 33 sal berî îro, di 19.05.1992yan de, yekem hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê piştî Raperîna Gelê Kurdistanê bi rê ve çûn. 

Ev hilbijartin ji bo 100 kursiyên parlamentoyê û 5 kursiyên taybet ji bo Suryaniyan bûn, ku parlamentoyek ji 105 kursiyan pêk hat. 

Cewher Namîq Salim di 4ê Hezîrana 1992yan de wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Ji 10 lîsteyên beşdar, tenê 3 serkeftî bûn. 

Ev bûyer destpêkeke giring bû ji bo Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê, ku kurdan şiyana xwe ya birêvebirinê û pêşengiya demokratîk li navçeyê nîşan da, wek berhemê raperîna mezin a 1991an.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.