Rêveberiya Rojava hejmarek girtî berdan

Rêveberiya Rojava hejmarek girtî berdan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya bicihanîna biryara lêborîna giştî de, beşeke din a girtiyên li herêmên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hatin berdan.

Encûmena Dadperweriya Civakî ya girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand, 6 girtî hatine berdan ku 4 ji wan xelkê bajarê Reqa, Tebqa û Minbicê bûn. 

Hêjayî gotinê ye, pêvajoya berdana 6 girtiyan li ser daxwaza eşîrên parêzgeha Reqayê hatiye destpêkirin û ew kesên malbat û endamên berê yên DAIŞê ne.

Kanûna 2024’an Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, piştî hevdîtinên ligel eşîrên Ereb biryara lêborîna giştî dabû û li gorî wê biryarê ew girtî yên ku destê wan di tawanên mezinên wekî kuştin û terorê de nebe, têne berdan.

Tê çaverêkirin rojên bê hejmareke din ji girtiyan bên berdan.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.