SOHR: DAIŞê 86 caran êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kir

SOHR: DAIŞê 86 caran êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nîvê yekem ê Gulanê de, Rêxistina terorîst DAIŞê 14 êrîş li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser kirine.

SOHRê diyar kir ku bilindbûna rêjeya êrîşan di dema dawiyê de bûye nîşana dubare rêxistin û çalakbûna şaneyên DAIŞÊ li deverê.

Li gorî SOHRê, ji destpêka salê heta 15ê Gulanê, DAIŞê 86 êrîş li wan herêman encam dane ku 73 êrîş li Dêrazorê, 9 êrîş li Hesekê û 4 jî li Reqayê çêbûne.

Di wan êrîşan de, ji destpêka 2025an heta 16 Gulanê, 31 kes hatine kuştin ku 5 sivîl bûn, 21 endamên HSDê û 5 jî çekdarên DAIŞê bûn.

Hêjayî gotinê ye, civaka navdewletî ev demek e hişyariya zêdebûna metirsiya DAIŞê li Sûriyê dide û banga zêdekirina hewlan dikin ji bo rêgirtina çalakî û êrîşên rêxistina terorîst.

 

Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.