Rojava: Endamekî xeternak ê şaneya xwekujiya DAIŞê hate girtin

Rojava: Endamekî xeternak ê şaneya xwekujiya DAIŞê hate girtin

PeyamaKurd - Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Dêrazorê yek ji endamên herî xeternak ê şaneya xwekujiyê ya DAIŞê girt.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) eşkere kir, wan 16ê Gulanê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li hemberî DAIŞê operasyonek pêk anîye û di encamê de, yek ji kesên herî xeternak ku di gelek kuştin û operasyonên nearamiya herêmê de rol girtiye hatiye girtin.

Asayîşê diyar kir, "Hate îspatkirin ku di serdema kontrola rêxistina terorîst a li ser herêmê de beşdarî rêxistineke `bombevanên xwekuj` bûye."

Herwiha hate gotin, ew kes bi awayekî çalak beşdarî avakirina yekîneyên xwekujiyê yên DAIŞê û operasyonên wan bûye.

Hate diyarkirin ku ew kesê hatiye girtin, dê li gorî pêvajoyên yasayî ji bo edaleta guncav, ji dadgehê re bê şandin.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.