Zelenskiy ji bo danûstandinên bi Rûsyayê re fermana avakirina şandeke domdar da

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, fermana avakirina şandeke domdar ji bo danûstandinên bi Rûsyayê re bên kirin da.
Piştî hevdîtinên navbera Rûsya-Ukraynayê yên li Stenbolê, Serokê Ukraynayê Zelenskiy, fermana avakirina şandeke domdar ji bo danûstandinên pêşerojê yên bi Rûsyayê re da.
Zelenskiy wiha got, "Min fermana avakirina şandeke neteweyî ya domdar û berfireh a danûstandinan da" lê wî navên kesên ku dê di şandê de cih bigirin parve nekir.
Zelenskiy da zanîn, "Em ji bo lûtkeyeke serokatiyê ya ber bi çareseriya mijarên girîng ve jî amade ne."
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




