Rêber Ahmed: “Em êrîşkeran nasdikin û dizanin hilberîna İHAyan li ku derê dikin”

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed li ser komkujiya Şengalê ya salvegera 11em, li bajarê Duhokê, piştî merasima bîranînê, derket ber çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da. Li ser êrîşên İHAyan yên ser sehayên petrola Kurdistanê Rêber Ahmed got:
“Em êrîşkeran nasdikin û em dizanin hilberîna İHAyan (dronan) li ku derê têkirin. Bexda peymanan bicîh nayne û pêwiste dagere ser çarçova destûra Iraqê. Bi sedema guhertina demografiya Şengalê, temamê pêkhateyên Şengalê di bin tehdîdan de ne û ez bangî civaka navdewletî û hukumeta Iraqê dikim da dest bavêjin mijarê.”
Wezîr Rêber Ahmed got ku divê sînor deynin ber guherînên demografîk, peymana Şengalê bicîh bînin û divê xelk dagere ser axa xwe û Şengal ji bo Şengaliyan bimîne.
Ahmed ragihand ku di Cotmeha 2020an de peymana Şengalê di navbera hukumeta Kurdistanê û Iraqê de hatibû îmzakirin û bi sedema xemsariya Iraqê peymanê hêj bicîh neanîne.
Di peymanê de hebû ku grûbên çekdar ji Şengalê derînin, ewlehiya Şengalê teslîmê hêzên polîs û îstîxbarata xwecîh bikin û qeymeqamekî nûh ji bo Şengalê deynin. Rêber Ahmed got:
“Em wekî hukumeta Herêma Kurdistanê bi peymanê ve girêdayîne. Lê hinek kes an teref li dijî îstîqrar û avakirina Şengalê ne. Grûbên çekdar yên ne rewa hêjî li Şengalê xwe nîşan didin.”
Rêber Ahmed got ku ew dizanin kî êrîşan dike ser sehayên petrola Kurdistanê û dronên wan li ku derê tên hilberandin. Li ser êrîşan Rêber Ahmed ragihand ku:
“Di navbera Erbîlê û Bexdayê de komîsyonekî hevpar hat avakirin û xebat dewam dikin. Li pişt êrîşan hinek grûb hene û em wan dizanin. Em li benda rapora komîsyonêne. Em bendene komîsyon raporekî adilane amade bike û kî êrîşan dabe kirin, bên cezakirin.”
Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.




