Rejîma Îranê girtiyekî Kurd li Girtîgeha Qurweyê bi dar ve kir

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên mafên mirovan hatine wergirtin, hukmê îdamê yê girtiyekî Kurd ê bi navê Emîrmihemed Faroqî li girtîgeha navendî ya bajarê Qurwe hate cîbicîkirin.
Saziya Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku Emîrmihemed Faroqî yê 26 salî û xelkê Qurweyê, serê sibeha roja Çarşemê, 20ê Tebaxa 2025an, hatiye bidarvekirin.
Hat ragihandin ku Faroqî 6 sal berê bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û ji aliyê dadgeha Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatibû.
Herweha hate tekezkirin heta dema amadekirina vê nûçeyê jî bidarvekirina Emîrmihemed Faroqî di medyaya fermî ya hikûmeta Îranê û dezgehên nêzîkî saziya dadweriyê de nehatiye ragihandin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




