Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransayê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransayê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Brêm kir.

Ew di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn, metirsiyên şer û pevçûnan, û bandora wan li ser aramî û seqamgîriya herêmî û navneteweyî axivîn.

Her du aliyan li ser giringiya hewldanên ji bo aramkirina rewşê, rawestandina şer, û çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalog û dîplomasiyê hevfikir bûn.

Konsulê Fransayê kurteyek li ser hewldanên Fransayê û serokê wê Macron ji bo rawestandina şer û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan pêşkêş kir.

Herwiha bal kişand ser hewldanên Fransayê yên di çarçoveya Troîkaya Ewropî de ji bo astengkirina zêdebûna aloziyan û vegerandina aliyan bo diyalog û çareseriyên dîplomatîk.

Peywendiyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, û çend mijarên giring ên din jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.