Serok Barzanî û Balyozê Behrêynê têkiliyên aborî û siyasî nîqaş kirin

Serok Barzanî û Balyozê Behrêynê têkiliyên aborî û siyasî nîqaş kirin

PeyamaKurd – Îro, Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Balyozê Behrêynê yê li Iraqê, Xalid Ehmed Mensûr kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, pêşkeftinên dawî, û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hatin gotûbêjkirin.

Balyoz Mensûr spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di rêveberiya Herêma Kurdistanê û helwêsta bihêz a Herêmê anî ziman.

Wî piştgiriya hikûmeta Behrêynê ya ji bo Herêma Kurdistanê re dupat kir û got ku ji bo bipêşxistina têkiliyên aborî, di demeke nêzîk de geştên rasterast ji paytexta Behrêynê bo Hewlêrê dê dest pê bikin.

Her weha, wî daxwaza vekirina konsulxaneyeke Behrêynê li Hewlêrê di pêşerojê de destnîşan kir.

 

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.