Serok Barzanî bi Şêxê eşîra El Cebûr re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 4ê Gulanê pêşwazî li şanda eşîra El-Bixzat a girêdayî eşîra El-Cebûr a bi serokatiya Şêx Îsa Muhsên El-Sebîl kir.
Baregeha Barzanî ragihand, “Şanda mêvan rola Serok Mesûd Barzanî di kûrkirina giyanê lêborîn û biratiyê di navbera pêkhateyên Iraqê de bilind nirxand. Herwiha spasiya gelê Kurdistanê kir ji bo ku di van demên dijwar de destên xwe ji bo hewandina bi sedhezaran koçberên ji parêzgehên navend û başûrê Iraqê vekirine.”
Hate diyarkirin, “Di civînê de tekezî li ser hevahengî û têkiliyên di navbera pêkhateyan de, xurtkirina nirxên pêkvejiyanê û xweşewîstiya di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Iraqê, rîşekişandina tundrewiyê û nehîştina çanda nefret û tolhildanê hate kirin.”
Endama parlementoya Iraqê Muna El-Sebîl û hejmarek ji kesayetiyên navdar ên eşîra El-Bixzat beşdarî amade bûn.
Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.




