El Modon: Konferansa Qamişlo gaveke girîng a yekîtiya Kurd e

El Modon: Konferansa Qamişlo gaveke girîng a yekîtiya Kurd e

PeyamaKurd - Rojnameya El Modon a li ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku 26ê Nîsanê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin nirxandinek belav kir.

Rojnameyê diyar kir, "Piştî salan ji parçebûna partiyan gaveke girîng ber bi yekîtiya navxweyî ya Kurdan ve hate avêtin”.

Hate gotin, di encama konferansê de belgeyeke hevbeş derket ku aliyên Kurd lihevkirineke giştî li ser çareseriya Sûriyeyeke yekgirtî ya li ser bingeha modeleke nenavendî, dûrî pêşniyarên cudaxwaz an konfederal nîşan daye.

Li gorî rojnameyê; "Ev guhertina di xitaba siyasî ya kurdî de bi rêkeftineke destpêkê ya di navbera serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şera û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hevdem bû. Ev yek jî nîşanên erênî yên pejirandina diyalogê wekî rêyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî dihewîne, di serî de ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera navend û deverên ku piraniya niştecihên wan Kurd in”.

Rojnameyê destnîşan kir: “Tiştê ku qewimî guhertineke bi bandor e, ji ber ku helwesteke yekgirtî ya Kurdan derket pêş ku tekezî li ser beşdarbûna di projeya nîştimanî ya Sûriyeyê de dike û garantîkirina destûrî ya mafên çandî û siyasî, bêyî tecrîd an veqetandinê dike. Ev yek di demekê de çêbû ku xwestekeke navxweyî û navneteweyî heye ku nakokiya Ereb û Kurdan li Sûriyeyê bi dawî bibe.”

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.