Serok Barzanî: Karê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî cihê şanaziyê ye

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola mirovdostî ya dezgehê bilind nirxand.
Serok Barzanî îro 4ê Tebaxê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, rêveber û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pêzanînên xwe ji bo rola mirovdostî û xêrxwazî ya dezgehê anî ziman.
Serok Barzanî, behsa karên BCFê yên di warê gihandina alîkariyan bo aware, lêqewimî, nexweş, bêkes û kesên hejar û kêmdahat de kir û wiha got: "Erk û karê xwe bi awayekî hêja pêk anîne û cihê şanaziyê ne."
Serok Barzanî di dawiyê de destxweşî û spasiya xwe pêşkêşî dezgehê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwest.
Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.




