Amerîka li Porto Rikoyê 6 heb İHA bicîh kir

Amerîka li Porto Rikoyê 6 heb İHA bicîh kir

PeyamaKurd – DYA ragihand ku 6 heb İHAyên MQ-9A Reaper li Porto Rikoyê li balafirgeha navdewletî ya Rafael Hernandez bicîh kiriye.

İHA yên MQ-9A Reaper balafirên bêmirov yên herî teknolonjiya wan li pêşe û Porto Riko ya Karayipan ji aliyê ciyê xwe yê stratejik de ciyekî girîng e.

Esas dîmenên İHAyan ji aliyê şîrketa îstîxbaratê ya Çînê ya bi navê MizarVision de hat belavkirin ku di dîmenan de, di 6ê Êlûnê de li balafirgeha navborî 6 heb İHAyên DYAyê rêzkirî hatine tesbîtkirin. Bicîhkirina İHAyan dibe di navbera Venezuela û DYAyê de arîşeyên nûh derxe ortê.

Rêvebiriya DYAyê dibêje; ji bo tevgerên nerewa yên deverê kontrol bike hêza xwe ya leşkerî li Karayîpan zêde dike. Rêvebiriya Venezuela dibêje ku Amerîka dixwaze rejîma Venezuelayê biguhêre û ji bo vê armanca xwe bahaneyan çêdike.

Berê jî Amerîka tekneyekî bi sedema ku maddeyên hişbir hilgirtiye, bi roketan lê da û tekne noqav kiribû.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.