Serokê MİTê İbrahim Kalın li Şamê bi Ahmed Şara re civiya

Serokê MİTê İbrahim Kalın li Şamê bi Ahmed Şara re civiya

PeyamaKurd – Serokê MİTa Tirkiyê İbrahim Kalın li Şamê bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re civiya. Di civînê de li ser têkiliyên navbera her dû dewletan û pirsgirêkên herêmê axifîn. Kalın ragihand ku ji bo yekîtiya axa Sûriyê, desthilat, îstîqrara siyasî û aştiya civakî çi pêdiviya Şamê bi Tirkiyê hebe, Tirkiye amade ye destekê bide Şamê.

Her weha her dû teref li ser zêdekirina şiyanên dezgeyî, asayîşa sînor, deriyên gumrikê, başkirina şertên aboriyê, dagera koçberên Sûriyê bo ser axa xwe, mijarên wan yên din bûn ku li ser wan axifîn.

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.