Herêma Kurdistanê du daristanên stratejîk ava dike

PeyamaKurd – Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngehê dest bi du projeyên mezin û stratejîk kiriye ku armanca wan a giştî wekî çandina 31 milyon daran e.
Projeya yekem, bi navê "Kembera Kesk a Hewlêrê", çandina 7 milyon darî li derdora paytextê li xwe digire. Ev kember dê 92 kîlometre dirêj û 2 kîlometre fireh be û weke "şoreşeke kesk" tê binavkirin. Di projeyê de dê darên berhemdar ên wekî zeytûn û fistiqan jî hebin ku dê derfetên kar peyda bikin. Rêveberê Çapemeniyê yê Daîreya Park û Baxçeyan, Serwer Veysî, diyar kir ku dar ji bo çandinê amade ne û proje bi hevkariya UNDP û Wezareta Çandiniyê tê birêvebirin.
Projeya duyemîn a ku weke "qada kesk a nedîtî" tê pênasekirin, rakirina bi hezaran jeneratorên taybet di çarçoveya Projeya Enerjiyê ya Rojê de ye. Li gorî parêzgariyê, bi vê pêngavê re dê salane rê li ber belavbûna 600,000 ton karbondîoksîtê were girtin. Serwer Veysî da zanîn ku plana wan ew e ku cihên van jeneratoran veguherînin qadên kesk û parkan.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, bandora jîngehî ya rakirina jeneratoran wekî çandina 24 milyon darî ye. Bi vî awayî, her du proje bi hev re dê sûdeke jîngehî ya wekhevî 31 milyon darî ji Herêma Kurdistanê re peyda bikin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




