Îran: “Bi DYA re di rêyekê dinê de danûsitendinên me dewam dikin”

Îran: “Bi DYA re di rêyekê dinê de danûsitendinên me dewam dikin”

PeyamaKurd – Piştî civîna kabîna Îranê berdevka hukumeta Îranê Fatma Muhaciranî ragihand ku bi awayeka dinê di navbera DYA û Îranê de danûsitendin dewam dikin. Berdevk Muhacirani li Tehranê piştî civînê daxwuyanî da çapemeniyê. Muhacirani li ser pirsa îhtîmala destpêkirina muzakereyan ya bi DYA re got:

“Bi DYA re, di rêyeka dinê de bi awayekî danûsitendinên me dewam dikin.”

Muhaciranî ragihand ku di civîna kabîna îro de ji ber krîzê li hinek deveran ji bo birîna elektrîkê çareser bikin agahiyan da û got:

“Di civîna îro de li ser serfkirina elektrîkê raporekî hat pêşkêşkirin û di bin sîwana wezareta karên navxwe de grûbekî xebatê hat avakirin. Heya 22yê Êlûnê em plan dikin ku bi santrala bi enerjiya rojê dixebite ya bi hêza 2 hezar û 200 megavatî dest bi xebatê bike.”

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.