Dr. Saman Berzincî: Li Kurdistanê ti haletên Kolerayê tune ne

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, li Herêma Kurdistanê ti haleteke Taya Xwînberbûnê (Kolera) tune ye û ew amade ne alîkariya tenduristiya Kerkukê bikin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 20ê Nîsanê di civîneke rojnamevanî de got, rêjeya mirinê bi Taya Xwînberbûnê di navbera ji sedî 50 û 60 de ye, ji ber ku nexweş tûşî xwînberbûna hundirîn dibe ku kontrolkirina wê jî zehmet e.
Dr. Saman diyar kir, “Di salên dawî de li Herêma Kurdistanê çend halet hebûn, me kariye wan bi serkeftî çareser bikin. Xweşbextane îsal li Herêma Kurdistanê ti haletek gumanbar tune ye.”
Amaje bi wê jî kir, “Di du salên borî de, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser hejmarek tedbîrên Wezareta Çandinî û Veterîneriyê kir, bi taybetî jî reşandina dermanan ku di demsala havînê de dest pê dike. Ango, pez di dawiya zivistanê û destpêka biharê de tên reşandin. Qesabxane jî tên kontrolkirin.”
Wezîrê Tenduristiyê got: “Tîmên me rojane lêkolînê li ser vê mijarê dikin, lê li Iraqê hejmareke mezin ji gumanbaran hene û mixabin mirin jî çêbûne. Ji ber vê yekê, em dixwazin ji Beşa Tenduristiyê ya Kerkukê re bibêjin ku em amade ne alîkariya wan bikin, çi bi pişknîn, çi bi wergirtina nexweşan, an jî bi dermankirina wan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf Bedir duh 19ê Nîsanê di daxuyaniyekê de got, “Îsal li seranserê Iraqê 14 bûyerên nexweşiya xwînberbûnê hatine tomarkirin û 2 haletên mirina bi wê nexweşiyê çêbûne.”
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




