Ji Îtalyayê alîkariya dermanan bo Herêma Kurdistanê

Ji Îtalyayê alîkariya dermanan bo Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymana ên Îtalyayê hejmareke zêde ya derziyên vîtamîna D pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdiatanê kir.

Tîma Pizişkî ya Leşkerî ya Hêzên Hevpeymanên Îtalyayê îro 3yê Nîsanê, bi merasîmekê li Hewlêrê hejmareke zêde ya derziyên vîtamîna D pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di merasîma bi diruşma “Biratiya gelan dikare hemî sînoran rake” hate birêvebirin de, Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî, Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana, Birêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sanson, Tîma Leşkerî ya Hevpeymanên Îtalyayê, Fermandeya Hêzên Îtalyayê û Tîma Pizişkî ya Serbazî ya Îtalyayê li Herêma Kurdistanê beşdarî kirin.

Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî di axaftina xwe ya merasîmê de got: “Em spasî û destxweşiyên bêhempa pêşkeşî gel, hikûmet, Balyoz, Konsulê Giştî, Hêzên Hevpeymanên Îtalyayê û rêxistinên Îtalyayî û dostên xwe dikin, ku di salên borî de û heta niha jî rolekî mezin di alîkarî û piştevaniya dezgehên tenduristî de hebû û gelek caran projeyên mezin û xêrxwazî yên cuda cuda pêkanîn.”

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.