Banka Navendê ya Tirkiyê (TCMB) faîzê zêde kir

PeyamaKurd – Banka Navendê ya Tirkiyê (TCMB) piştî 13 mehan faîza bankayê zêde kir û %42,5an derxist %46an. Heyet her weha faîza şevane ya dayîna pera bi deyn ji %46an derxist %49an.
Banka, balê kişand ser enflasyona meha Nîsanê û got ku wê enflasyon di meha Nîsanê de zêde bibe. Civîna Heyeta Siyaseta Peran (PPK) bi serokatiya serokê banka Navendê (TCMB)ê Fatih Karahan çêbû û piştî civînê weha got:
“Enflasyon di meha Adarê de kêm bûye. Wê di meha Nîsanê de bi bandora pêşdeçûnên di bazarê de, wê ensflasyon zêde bibe û wê enflasyona xizmetê paralel here.”
Enflasyona kureyî ji aliyê dezenflasyonê de li ser bazarê bandora neyînî dike û talûkeye.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




