Li Hindistanê ‘Amîp a ku mêjî dixwe’ bû sedema mirina 19 kesan

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Keralayê ‘amîp’ a ku di nav xelkê de bi navê ‘Amîp a Mêjî Dixwe’ bi sedema nexweşîna Naegleria îsal 19 kes mirin. Li gor ragihandina ajansa Hindustan Timesê; wezareta tenduristiya Keralayê li ser nexweşîna Primer Amibik Meningoensefalit (PAM) ragihandinê kiriye.
Li gor ragihandina wezaretê; ji serê salê heya niha teşxîsa heman nexweşînê danîne ser 69 kesan û ji wan 19 kes ji ber nexweşînê mirine.
Wezaretê ragihandiye ku nexweşîn ne tenê ji ber avekî belav bûye û li gelek ciyan ji hev cuda derketiye ortê û lewra jî li herêmê kontrolên xwe zêdetir kirine.
Nexweşîn dibe sedema mirina xelkê û nîşanên nexweşînê; serêş, bilindiya agirê laşê mirov, lihevketina mîdê û vereşandin hene an nexweşîn bi van nîşanan despêdike.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.




