Hewramanî: Eger Bexda mûçeyan garantî bike, em amade ne hemû petrolê radest bikin

Hewramanî: Eger Bexda mûçeyan garantî bike, em amade ne hemû petrolê radest bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî, ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû petrola xwe radestî hikûmeta federal a Iraqê bike, bi mercê ku Bexda dayîna mûçeyên mûçewergirên Herêmê garantî bike.

Hewramanî di daxuyaniyekê de ji bo ajansa The New Regionê got ku di danûstandinên sêalî de pêşketin çêbûye û kompanyayên petrolê razî bûne ku li gorî yasayên Iraqê kar bikin. Wî her weha da zanîn ku şiyana hilberîna petrolê ya rojane ya Herêma Kurdistanê nêzîkî 233,000 bermîlan e.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Encûmena Wezîran a Iraqê, duh, roja Sêşemê rêkeftinek ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya kompanyaya neteweyî SOMOyê pesend kir. Tevî vê yekê, nakokî li ser dahatên ne-petrolî yên Herêma Kurdistanê hîn jî berdewam in.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku mûçewergirên Herêma Kurdistanê di meha Îlonê de mûçeyên meha Hezîranê wergirtine û mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê hêj nehatine dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku wan zêdetir ji erkên xwe pêk anîne û amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû gavan bavêjin.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.