FED, faîza xwe 25 baz daxist

PeyamaKurd – Banka Navendî ya DYAyê FED ragihand ku faîza xwe 25 baz daxistiye û faîzê daxistiye navbera 4,00-4,25an. Piştî biryarê bazara Amerîkayê xwe da hev û endeksa dolar %03 ket, nisbeta qiymeta euro/dolarê 0,25 zêde bû û derket asta 1,1895an. Ev ast di nav 4 salên dawiyê de asta herî bilind e.
Biryara daxistina faîzê bi dengekî red bi 11 dengan qebûl bû. Trump ji bo endamtiya rêvebiriyê tayîna Stephen Miran kiribû û Miran dengê xwe ji bo daxistina 50 baz bikaranî.
Di raporê de behsa enflasyonê hat kirin ku talûka wê heye û seyra enflasyonê hinekî bilind e.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.