Erebistana Sa’ûdiyê û Pakistanê peymana bergiriya hevpar ya stratejik îmza kirin

Erebistana Sa’ûdiyê û Pakistanê peymana bergiriya hevpar ya stratejik îmza kirin

PeyamaKurd – Piştî hevdîtina di navbera welîehd prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed bin Selman û serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerif ya li Riyadê, her dû lîder di navbera xwe de ‘Peymana Bergiriya Hevpar ya Stratejîk’ îmza kirin.

Armanca peymanê ew e ku her dû dewlet ewlehiya xwe zêde bikin û hevkariya bergiriyê pêşde bibin. Li gor ragihandina ajansa SPAyê; her dû lîder li Koşka Yemame ya Riyadê civiyane.

Heyetên her dû welatan di navbera xwe de sehayên hevpar yên hevkariyê tesbît kirin û li ser wan sehayan hevdîtinan kirin. Her dû welat di êrîşên ser her welatekî dê, dê piştgiriya hev bikin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.