Li Sûriyê di navbera Îsraîl-Tirkiyê de hevsengiya stratejîk tê avakirin

PeyamaKurd – Li gorî nirxandin û analîzên li ser bûyerên dawî yên li Sûriyê di navbera Îsraîl û Tirkiyê de û dabeşkirina serweriya li Sûriyeya nû, Amerîka dixwaze li Sûriyê di navbera Îsraîl û Tirkiyê de hevsengiyeke stratejîk ava bike.
Li gorî nirxandinan şerê demdirêj ê li Sûriyeyê welat veguherandiye qada pêşbaziya herêmî ya di navbera hêzên mezin de.
Îsraîl û Tirkiye dixwazin hegemonyaya xwe xurt bikin
Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî li mijarê diyar kiriye ku piştî paşketina rejîma desthilatdar aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de zêdetir bûye û her yek ji wan dixwaze hegemonyaya xwe li Sûriyeyê xurt bike.
Li gorî rojnameyê, Enqere hewl dide hebûna xwe ya siyasî û leşkerî xurt bike û roleke sereke di jinûveavakirinê de bilîze. Hate gotin Tel Avîv jî hewldanên Tirkiyeyê wek metirsiyeke rasterast li ser ewlehiya xwe dibîne û hişyariyê dide nêzîkbûna hêzên Tirkiyeyê bo sînorên xwe.
Qadên bandorê yên li Sûriyê hatin dabeşkirin
Li gorî nirxandinên şîrovekarên siyasî yên Rojhilata Navîn, Amerîka wekî navbeynkar pêşniyara dabeşkirina nefermî ya qadên bandorê li Sûriyeyê kiriye.
Tê gotin, li gorî pêşniyarê berfirehkirina kontrola Tirkiyeyê li bakur, parastina herêmeke tampon a Îsraîlê li başûrê Şamê û berdewama hebûna DYAyê li rojhilat û hebûna Rûsyayê li peravê ye.
Armancên Tel Avîv û Washingtonê cuda ne
Dîsa êrîşên Îsraîlê yên li ser baregeha T-4 a nêzî Tedmûrê wek nîşaneya stratejiya li hemberî zêdegaviyeke nû ya Tirkiyeyê tê binavkirin. Tê gotin ku li gel vê bûyerê jî armancên pêşîn ên Tel Avîv û Washingtonê ji hev cuda ne.
Amerîka dixwaze ewlehiya Îsraîlê garantî bike
Li gorî Amerîkayê li Rojhilata Navîn ewlehiya Îsraîlê wekî xeta sor tê dîtin û ji bo vê jî hewl dide di têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê de ku hevkareke NATOyê ye, garantîkirina ewlehiya Îsraîlê wek hevkareke stratejîk hevsengiyê çêke.
Ev nivîs 161 car hatiye xwendin.




