Cihê hevdîtina muhtemel a Trump û Pûtîn diyar bû

Cihê hevdîtina muhtemel a Trump û Pûtîn diyar bû

PeyamaKurd- Serokên Amerîka û Rûsyayê dibe ku di demeke nêzîk de li ser mijara şer û agirbesta Ukraynayê bicivin, lê mijarên çareserkirinê hene. Macaristanê jî amadehiya xwe bo wê civînê ragihand ku amadekariyan dest pê kiriye.

Piştî ku Donald Trump û Vladimîr Pûtîn doh li ser lidarxistina civîneke din a derbarê şerê li Ukraynayê li hev kirin, Kremlinê daxuyanî da û ragihand, dibe ku di navbera 2 hefteyan an jî beriya wê de her du serok li hev bicivin.

Hate gotin ku gelek mijar hene divê beriya vê civîna muhtemel werin çareserkirin. Ev civîna duyemîn dê li dû hevdîtina wan a 15ê Tebaxa 2025an a li Alaskayê pêk were, ku tê de tu encamên ji bo çareserkirina krîzê nehatibûn bidestxistin.

Kremlin Şert û mercên civînê eşkere kir

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku beriya civîna Trump û Pûtîn, dê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Amerîkayî Marco Rubio bi hev re gelek mijaran gotûbêj bikin û çareser bikin.

Peskov destnîşan kir ku divê tîmên danûstandinê werin destnîşankirin û her tişt dê bi qonaxan pêk were, lê îradeya her du serokan ji bo vê pêvajoyê heye. Tevî van amadekariyan, Peskov diyar kir ku Rûsyayê kenalên diyalogê ji bo gihandina çareseriyeke aştiyane ji bo şerê li Ukraynayê vekirî hiştiye.

Macaristanê amade ye malevaniya civînê bike

Herwiha Kremlinê ragihand ku Pûtîn îro bi Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orbán re peywendî kiriye da ku civîna bê gotûbêj bikin. Orban di vê peywendiyê de gotiye ku Macaristan ji bo civîna Trump-Pûtîn pêk were amade ye.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.