Sûriye | Di çar rojanda 15 kes bûn qurbaniyên paşmayên şer

Sûriye | Di çar rojanda 15 kes bûn qurbaniyên paşmayên şer

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di nav çar rojên dawî de, nêzîkî 15 kes li deverên Hikûmeta Sûriyê bûne qurbaniyên teqînên paşmayên şer.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir, di heyama 4 rojan de 3 kes di nav de 2 zarok hene jiyana xwe di teqîna paşmayên şer de ji dest dane û 11 kesên din ku di nav de 10 zarok birîndar bûne. 

Li gorî amarên SOHRê, ji dema hilweşîna rêjîma Esed ve 634 kes di nav de 178 zarok jiyana xwe di teqînên paşmayên şer de ji dest dane. Herwiha 702 kesên din jî birîndar bûne.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.