Netanyahu: Em ji Sûriyeyê dernakevin, şerê me yê bi Îranê re hîn xelas nebûye!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir, "Em ji deverên ku me li Sûriyeyê dagir kirine dernakevin. Şerê me yê bi Îranê re hîn xelas nebûye."
Netanyahu di axaftina xwe ya bi Kanala 14 a Îsraîlê re got, "Em ne ji deverên ku me li Sûriyeyê dagir kirine û ne jî ji bilindahiyên Golanê dernakevin."
Wî herwiha got, "Em ê li Çiyayê Hermonê bimînin, ku me li Sûriyeyê girtiye. Em dixwazin bi Sûriyan re li hev bikin da ku başûrê rojavayê welêt bêçek bikin û ewlehiya Durzîyan misoger bikin."





