Zilamekî bi tohmeta ajantiya Mossadê hatibû tawanbarki hat îdamkirin

Zilamekî bi tohmeta ajantiya Mossadê hatibû tawanbarki hat îdamkirin

PeyamaKurd – Zilamekî ku bi tohmeta sîxurtiya ji bo Mossadê, ajansa îstîxbarata derve ya Îsraîlê, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, li Qomê Îranê hat îdamkirin.

Serokê Encumena Dadwerî ya Parêzgeha Qomê Kazem Mûsawî diyar kir ku bersûc di Cotmeha 2023an de bi îstîxbarata Îsraîlê re têkilî danîbû û di heman salê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin. Wî got, "Li ser bingeha lêpirsîn, belgeyên ku hatine berhevkirin û îtîrafa bersûc a ku agahî daye rejîma Îsraîlê, li dijî wî dozên qanûnî hatin destpêkirin. Ji ber ku li cîhanê fesadî kiriye û bi Îsraîlê re hevkariyê kiriye, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Piştî pejirandina biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind ve û redkirina daxwaza efûyê ya bersûc, îro sibê li Girtîgeha Qomê cezayê darvekirinê hat birîn." Mûsewî diyar kir, "Tawanbar ji ber sedemên şexsî û pîşeyî bi dezgehên îstîxbaratê yên rejîma Siyonîst re têkilî danî, bi efserên Mossadê re hevdîtin pêk anî û dest bi parvekirina agahiyên nehênî kir. Lêbelê, bi destwerdana bilez a saziyên me yên ewlehî û dadweriyê, nasnameya wî hate destnîşankirin û rê li ber derketina agahiyên hesas hate girtin."

Di heman demê de, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku ji destpêka sala 2025an vir ve li Îranê zêdetirî 1000 kes hatine darvekirin û tekez kir ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî (NY) mudaxeleyî siyaseta darvekirinê ya Îranê bike.

Di daxuyaniyeke ji aliyê Huseyîn Baûmî, Cîgirê Rêveberê Herêmî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Rêxistina Efûya Navneteweyî ve hatiye gotin:

"Divê dewletên endam ên NY bi lez û bez rûbirûyê pêla şok a darvekirinan ji aliyê rayedarên Îranê ve bibin. Ji destpêka sala 2025an vir ve, li Îranê zêdetirî 1000 kes hatine darvekirin, bi navînî çar kes di rojê de. Ji xwepêşandanên Jin, Jiyan, Azadî di sala 2022an de vir ve, rayedaran cezayê darvekirinê zêdetir bi kar anîne da ku tirsê di nav nifûsê de biçînin, nerazîbûnê tepeser bikin û civakên marjînalîzekirî ceza bikin. Îsal, darvekirin gihîştine astên ku ji sala 1989an vir ve nehatine dîtin."

Baûmî diyar kir ku bikaranîna cezayê darvekirinê ji bo sûcên têkildarî madeyên hişbir "bi binpêkirina qanûna navneteweyî" berdewam dike û darvekirin piştî "îşkence û îtîrafên bi zorê" tên. Wî got, "Bikaranîna cezayê darvekirinê ji bo sûcên têkildarî madeyên hişbir bi rêjeyek metirsîdar berdewam dike, bi binpêkirina erkên Îranê yên di bin qanûna navneteweyî de. Darvekirin piştî darizandinên bi tevahî neheq, ku li pişt deriyên girtî têne kirin, digel pratîkên berbelav ên îşkence û îtîrafên bi zorê têne kirin."

Karbidestê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku hikûmeta Îranê "hewl dide darvekirinan normal bike" û got ku vê rewşê trawmayek kûr li ser civakê çêkiriye.

Baoumi bang li welatên endam ên NY kir ku helwestek zelal li dijî darvekirinên li Îranê bigirin û got, "Em ji welatên endam ên NY dixwazin ku bi lez û bez vê mijarê, di nav de bi daxuyaniyên devkî, di Diyaloga Înteraktîf a Komîteya Sêyemîn a li ser Îranê de, bînin ziman. Divê dewlet daxwaz bikin ku rayedarên Îranê tavilê hemû darvekirinan rawestînin, cezayên darvekirinê yên piştî darizandinên neheq betal bikin, bendên kuştinê yên qanûnên dijî-madeyên hişbir betal bikin û qanûnekê derxin da ku darvekirin heta ku cezayê darvekirinê bi tevahî were rakirin, paşde bixin."

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.