Ukraynayê li nav Rûsyayê êrîşî kargeha gazê kir

PeyamaKurd- Parêzgarê Herêma Orenburgê ya Rûsyayê Yevgeny Solntsev, ragihand ku balafirên bêmirov ên Ukraynayê di saetên şevê de kargeha gazê kirine armanc.
Yevgeny Solntsev da xuyakirin ku balafirên bêmirov ên Ukraynayê di saetên şevê de êrîşî kargeha gazê kirine û di encama êrîşê de tesîs bi awayekî qismî zirar dîtiye û şewat derketiye.
Hate diyarkirin ku ti kes ji xebatkaran birîndar nebûye, tîmên servîsa acîl hewl didin ku şewatê vemirînin.
Yevgeny Solntsev, berî niha jî ragihandibû ku dronên Ukraynayê xwestibûn êrîşî tesîseke pîşesazî ya ku navê wê nehatiye eşkerekirin, li bajarê Orsk ê nêzî sînorê Qazaxistanê bikin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




