Kela Helebê tamîr kirin û ji bo ziyaretvanan vekirin

PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê Helebê piştî xebatekî bi 3 mehan Kela Helebê ya bi nav û deng tamîr kirin û ji bo ziyaretvanan bi merasimekî vekirin. Xebatên nûkirina kelê ji bo parastina çanda bajêr, li gor eslê wê hat nûkirin.
Piştî roxandina rejîma Esad dest bi restorasyona kelê kirin, sûrên wê, mekanên hundir û beşên kelehê li gor eslê wê hatine nûhkirin. Di merasima vekirina kelê de wezîrê çandê Muhammed Yasin Salih, wezîrê rewşên lezgîn û rêvebiriya afetan Raid Salih, balyozê Tirkiyê yê Helebê Muammer Hakan Cengiz, parêzgerê Helebê Azzam Garip, rayedarên dewletê û hemwelatî hebûn.
Kela Helebê di sala 1986an de kirine lîsta mîrata UNESCOyê. Perê tamîra kelê ji aliyê Weqfa Hasan ya Navdewletî de hat dayîn.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




