Li Wanê du kêlên serdema Bîzansê hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 kevirên dîrokî yên dişibin kêlikên mezelan ên serdema Bîzansê hatin dîtin.
Parêzgariya Wanê ragihand ku cendirmeyan bi ser malekê de girtiye û dest daniye van du kevirên rolyef û stel.
Hate diyarkirin ku ew her du kevirên dîrokî radestî Muzeya Wanê hatine kirin ku tê gotin ji serdema Bîzansê mane. Hate gotin ku 2 kes jî hatine binçavkirin.
Ev nivîs 170 car hatiye xwendin.




