Xelatên Nobelê yên îsal hatin belavkirin

PeyamaKurd – Xelatên Nobelê yên îsal, ku wekî xelatên herî bi prestîj ên cîhanê tên naskirin, di warên bijîşkî, fîzîk, kîmya, wêje û aştiyê de ji bo xebat û kesên berbiçav hatin dayîn. Zanyar, nivîskar û çalakvanên ku bi karên xwe bandoreke mezin li cîhanê kirine, hatin xelatkirin.
Xelata Bijîşkiyê: Ji bo lêkolînên li ser pergala bergîriyê û nexweşiyên Otoîmnun
Di warê bijîşkiyê de, xelat ji bo Mary E. Brunkow, Fred Ramsdell û Shimon Sakaguchi hat dayîn. Ev xelat ji ber vedîtinên wan ên derbarê "toleransa bergiriyê" û rola şaneyên Tyê yên rêkûpêkker di pêşîlêgirtina nexweşiyên otoîmmun de bû. Lêkolînên van zanyaran têgihiştina li ser pergala bergiriyê bi awayekî bingehîn guhertiye û rê li ber pêşxistina rêbazên nû yên dermankirinê ji bo nexweşiyên wekî skleroza piralî, nexweşiya şekir û penceşêrê vedike.
Xelata Fîzîkê: Ji bo xebatên bingehîn ên komputerên kuantûmê
Xelata fîzîkê îsal ji bo John Clarke, Michel H. Devoret û John M. Martinis hat dayîn. Ew ji ber keşfên xwe yên di derbarê tunelkirina mekanîka kuantûmê û kuantîzasyona enerjiyê di dewreyên elektrîkê de hatin xelatkirin. Xebatên wan weke bingeha avakirina komputerên kuantûmê yên pêşerojê têne dîtin, ku potansiyeleke mezin a şoreşgerî di warên zanist, derman û hişê çêkirî de hildigirin.
Xelata Kîmyayê: Ji bo pêşxistina materyalên nû yên bi navê 'MOF'ê
Xelata Kîmyayê îsal ji bo Susumu Kitagawa, Richard Robson û Omar M. Yaghi re hat dayîn. Ew ji ber pêşxistina "çarçoveyên metal-organîk" (MOF) hatin xelatkirin, xebateke ku wekî "mîmariya molekuler" tê binavkirin. Ev materyalên nû yên poroz dikarin di warên wekî girtina karbondîoksîtê, depokirina gazan, an jî kişandina avê ji hewaya çolê de werin bikaranîn û çareseriyan ji bo pirsgirêkên mezin ên cîhanî pêşkêş dikin.
Xelata Wêjeyê: Ji bo nivîskarê Macar û László Krasznahorkai û romannivîsiya wî ya vîzyoner
Di warê wêjeyê de, nivîskar û senaryonûsê Macar László Krasznahorkai wek xelatgir hat hilbijartin. Ew ji ber berhemên xwe yên bibandor û xwedî vîzyon, ku di nav terora apokalîptîk de hêza hunerê ji nû ve piştrast dikin, hêjayî vê xelatê hat dîtin. Krasznahorkai wekî yek ji hostayên mezin ên epîk ê kevneşopiya Ewropaya Navîn tê hesibandin, ku bi şêwazeke absurd û grotesk dinivîse.
Xelata Aştiyê: Ji bo têkoşîna demokratîk a María Corino Machado ya li Venezuelayê
Xelata Nobelê ya Aştiyê îsal ji bo çalakvana Venezuelayî María Corina Machado bû. Machado ji ber xebata xwe ya bêwestan a ji bo pêşxistina mafên demokratîk ji bo gelê Venezuelayê û têkoşîna wê ya ji bo bidestxistina veguhertineke adil û aştiyane ji dîktatoriyê ber bi demokrasiyê ve hate xelatkirin. Tevî gefên giran li ser jiyana wê, Machado li welatê xwe maye û bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên wêrekiya sivîl li Amerîkaya Latîn.
Merasima xelatdayînê dê wekî her sal di dawiya salê de, li Stockholm û Osloyê yên Swêdê were lidarxistin.
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




