Li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê, li ser jiyan û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî panel hat lidarxistin

Li Festîvala Fîlman a Silêmaniyê, li ser jiyan û têkoşîna Îsmaîl Beşîkçî panel hat lidarxistin

PeyamaKurd – Di çarçoveya 5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de, jiyan û têkoşîna civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî, ku weke "dostê Kurdan" tê naskirin, di panelekê de hat bibîranîn û nîqaşkirin.

Di panelê de, ku duh serê sibê bi navê "Doza Kurdî û Perspektîfa Beşîkçî" li Hola Kongreyan a Zanîngeha Silêmaniyê hat lidarxistin, 5 pirtûkên nû yên Beşîkçî ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve bo Kurdiya Soranî hatibûn wergerandin, hatin nasandin.

Akademîsyen û derhênerên ku di panelê de axivîn, bal kişandin ser bedelên giran ên ku Beşîkçî ji ber parastina mafên Kurdan daye. Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê, Kaveh Moeinfer, bi bîr xist ku Beşîkçî tevî ku ne Kurd bû jî, 17 sal ji ber parastina doza Kurd di zindanên Tirkiyeyê de ma û got:

"Beşîkçî ew Tirk e ku ji ber Kurdbûna xwe hate girtin, tevî ku ew ne Kurd bû. Wî bi jiyana xwe nîşanî me da ka rewşenbîrekî rastîn çawa ye, ji ber ku wî tu carî ji nêrînên xwe paşve gav neavêt."

Her wiha, derhênera Kurd Faten Kanat jî wêrekî û israra Beşîkçî ya di têkoşîna wî de anî ziman.

Di dawiya panelê de, beşdaran tekezî li ser giringiya çêkirina belgefîlm û fîlmên sînemayî yên li ser jiyan û mîrateya Îsmaîl Beşîkçî kirin da ku têkoşîna ji nifşên nû re were ragihandin.

5emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê, ku bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayikê" tê lidarxistin, heta 16ê Cotmehê dê berdewam bike û tê de 150 fîlm ji 30 welatan tên nîşandan.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.