Li Duhokê Kongreya Zanistî ya Navdewletî bo Kurdên Êzidî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi serperiştiya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Kongreya Zanistî ya Navdewletî ya Yekem a Kurdên Êzidî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Kongre ji aliyê Navenda Laleş a Rewşenbîrî û Civakî û Zanîngeha Duhokê ve tê lidarxistin û 29ê Nîsanê destpê dike heta 30yê Nîsanê berdewam dike.
Hate zanîn ku wê di kongreyê de, lêkolîner û akademîsyenên ji 11 welatan beşdar bibin û bi dehan lêkolînên li ser ola Êzidî pêşkeş bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev yekemîn car e kongreyeke zanistî li ser Kurdên Êzidî birêve diçe.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




