25 hezar mamoste hatin tayînkirin: Tenê 6 yên Kurdî ne

25 hezar mamoste hatin tayînkirin: Tenê 6 yên Kurdî ne

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê biryar da ku 25 hezar mamosteyên bi peyman bike daîmî û tenê 6 ​​ji wan mamosteyan yê zimanê kurdî ne.

Hefteya borî, piştî civîna heftane ya kabîneyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ew ê 25 hezar mamosteyên bi peyman bikin mamosteyên daîmî.

Wezareta Perwerdehiyê ragihand, 25 hezar mamosteyên bi peyman dê bibin daîmî, li gorî daxuyaniyê, tenê 6 ​​mamoste dê ji bo zimanê Kurdî, ji wan jî 5 mamoste ji bo zaravayê Kurmancî û 1 mamoste jî ji bo zaravayê Zazakî werin girtin.

Wezaretê da xuyakirin, mamoste divê ji 21ê Nîsanê heta 5ê Gulana 2025an formeke qeydkirina elektronîkî tijî bikin û meha Gulanê jî wê bikevin ezmûnê.

Li gorî amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, ji sala 2012an heta niha 159 mamosteyên zimanê Kurdî ji bo hînkirina Kurmancî û Zazakî hatine wergirtin.

Ji sala 2012an vir ve, zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, wekî dersa bijarte tê fêrkirin.

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.