Yekîtiya Ewrûpayê plan dike ku heya 2027an êdî nema gazê ji Rûsyayê bikire

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê bo xwe nexşerêyekî çêkir ku heya dawiya sala 2027an êdî ji Rûsyayê gaza xwezayî nema bikire. Komîsyon wê pêşniyar bike ku heya dawiya sala 2025an jî îtxalata gazê qedexe bike.
Li ser mijarê wê di meha pêşiya me de reşbeleka qanûnekî amade bikin. Komîsyon hem wê bi teklîfeka dinê di meha Hezîranê de di çarçova peymanên spot yên ku kirine, wê pêşniyar bike ku heya dawiya sala 2025an îtxalata gazê ji Rûsyayê qedexe bike.
Seroka komôsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen, li ser mijarê daxwuyanî da û got ku ji bo ji Rûsyayê xelas bibin, di sala 2022an de di çarçova plana REPowerEU amadekariyên enerjiya xwe cûr bi cûr kirine, pêdiviya bi Rûsyayê kêm kirine û weha dewam kir:
“Êdî wext hatiye ku YEyê bi amadekarê bêbawerî (Rûsya) têkiliyên enerjyê bi temamî bibire. Enerjiya ku tê Ewrûpayê divê şerê li hemberê Ûkraynayê xwedî neke. Ev, li hemberê hemwelatiyên me, şîrketên me û dostên me yên Ûkraynayî berpirsiyariya me ye.”
Hem YEyê dibêje ku desteka YE dide Ûkraynayê, ji perê ku dide kirîna enerjiya ji Rûsyayê kêmtire.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




